wituwêj degeł saqî lebarey zułmî şa le gelî kurd

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  452 Dîtin
saqî were ême çunke kurdîn
denkujin û nabezîn û merdîn
degrîn le dujminî kej û kel
leşman eger biken kel û pel
kurd boye beşî pet û tenafe
çunkîne deda demî le mafe
xinkawe tewawî kurdî êranCih
deng naye lewênderê le şêran
ewhey ke be cerg bû kujawe
gîrawe weya lewê nemawe
dedwêyn le mafî kurdewarî
ba gulle le ême her bibarî