lacang û kułmey xezałê

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  679 Dîtin
pirşingî be tînî tawî lacang
řûnakî dexsite řûmetî mang
kułmey ke debowe win be biske
deydayewe wek çira tirûske
dey dî kewe řengî wane hêro
bê hoş dekewtû des be ejno
ew ḧorîye her be xorî řûmet
deykird le zemîn ew ḧikûmet
ew řûmete ger demî dedawe
dił ẍunçe gułî wela denawe
wew kułmeye ba eger kewtiba
wek sûre gułałe hełdegîrsa