agadarbûnî şêxî ’areban lew kare û perêşanbûnî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  471 Dîtin
ew şêxeyî bed eda û bê dîn
ḧałî ke debû be şew le nesrîn
ta řoj debowe bedfeřî har
deydanewe pêç he wekû mar
bê deng demawe ta beyanî
ta xełk be karekey nezanî
hesta ke le xew segî zemane
deygirtewe wek beraz mane
danîşt le menził û le dîwan
bêwey bixiway çi qawe û nan
zû mareyî ew behêy kałe
deykird be marfî betałe