pêşwazîy nesrîn le daykî û baskirdinî wez’î xoy
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
692 Dîtin
ger daykî le dê dedîy be sazî
nesrîne deçû be pêşwazî
daykî dedwand ew be wirte
herçî hebû pêy degut be sirte
bewda ke le ḧałî xoyî nesrîn
awa dedwawe her be nałîn
ew řo ke kelak û serserîme
bê mêrdim û xo nexoş nîme
sałêke ewa emin le kin şûm
morim neşkawe her wekû bûm
ew penceyî xoyî lê nedawim
her wa be kiçî elêre mawim
ger zerde wekû behêy kałim
awaye elêrekane ḧałim
xatûn ke le řazî ew kiçe şûy
wa tê degeyî girj debû řûy
çûnkîne geyştibû be xanî
deybestewe ew dem û zimanî
dengî kiçekey dedawe mekiro
bo hênde dekey qisane? debřo
zû řołe biřo bigeyne kin xan
lew gence xusû debê be mîhman