hêrşî çend çete bo ser eḧmed

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  618 Dîtin
destûrî ke dawe ser terîde
bew cerdeyî bakes û geřîde
boy çûnewe her wekû kulare
gîrayewe řêgeye bew sware
tê řadexuřî yekêkî herze
zû dabeze lew wiłaẍe berze
her wiste ke to bikey dekujrêy
lew kêweye her le goř dexrêy
bew cerde û bew çetey debê xêr
dedrayewe dewre eḧmedî şêr
pêyan weha bû ey dizey řût
ew laweyî bê hera deken řût
eḧmed ke ewey dedîy be şîrî
çwarî decnîn wek penîrî
deykuştewe ew petey de dimbor
lew kêwe be şîr ya be sator
lew hane yekê derçû berew jûr
ta berdemî ser terîde, teymûr
sergoteyî ew dizey bibu zerd
girbûyî le tirs û lerzeda, derd
deygut ke bizane ew cwane
wek şêre nezîrî qaremane
xo kes nîye ger bewî bwêrê
xalîdî le espe hełdedêrê
teymûrî terîde ger ewey bîst
ew kate le tirisda le xoy mîst
bo daneyî dîke lew çetane
deykird le bo şeřê řewane
hatin kewe to çetey diz û bed
bewhaneşî řê degirt eḧmed
çun kuştinî cerde bû mebestî
şimşîrî ḧewa deda le destî
her noyî be nûre yek yek û dû
bê hest dekird ew be bazû
bazûyî dilêrî xo nebû şil
deyxistewe lew kejey ser û mil