diłpiřbûnî eḧmed’aẍa bew witane
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
684 Dîtin
beybûne ebew witey begryan
deykirdewe cergî mîre biryan
deygirtewe ẍurbetî û kułî girt
serpenceyî ew beser diłî girt
řûy kird be şîwen ew le yarî
fermûyî be nałe û be zarî
sistî meke ey cwan zû be
derbes be ḧeyaw û abřû be
xobawê ser espekem wekû baz
defřê le nişêw û deşt û hewraz
ba to biřfênim ey perîřû
bes řû keme kêw û kej leser tû
to dane duřêkî ger bimênim
hatûm le demî segit derênim
çen sałe le dûyî to desûřêm
xêwim le tewawî benden û řîm
lew řîye ke sext û terte řed bûm
her şwênê ke to biłêy bełed bûm
ew qerqeş û ew hera û hoye
ḧałî be, sebaretî be toye