bîrkirdinewey eḧmed le karî xoy û tełaqdanî beybûn
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
650 Dîtin
ew bîreyî řadebird be serda
bo şêx ke des le yare berda
bîdatewe her be dił tełaqe
ew şoxe birokewan û taqe
ba ew jine perîye nazenîne
dawênî nebê řeş her be zîna
be cwanî nezanî ew nemame
bixiwatewe ta dejî ḧerame
ca boye tełaqî ger dedawe
lêy kird lewêwe, mał awa
be diłêkî be ẍem kuław û biryan
dû dîde wekû hewr be giryan
bo mał be bê guł ew geřawe
esrînî deřoyî wek şetawe