nahumêdbûnî eḧmed’aẍa le wedeskewtinewey beybûnê

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  675 Dîtin
eḧmed ke be bê pişû hendim
gutman nedegeyye ew be yeksim
ew ca bewe zor ebû yeqînî
bê mełḧeme lew kejey birînî
ew zame ke êş û janî zore
cêgîre le sîne bote xore
zanî kore bałekî perêşan
bixiwa ke hezar core derman
ta tołe nesêndirê le dujmin
bew derde peřey dił her debê kun
çen xoşe ke dujminit be tołe
هەلۆێزنی her wekû gułołe
ta bendenî bew birîne bêşê
hewdayî řeganî řabkêşê
bikutî ser û řûyî ew bedaran
bîgêřê le çoł û dê û şaran
wek wirç ke po be kun kirawî
be gwê û be lêw û dem biřawî
dwayî zig û serdiłî be xencer
bidřêtewe ta be gerdin û ser
ew tołe le dêwî řeng mone
bikirê be dewayî derdî kone