basî řifêndiranî beybûnî be dest şêxî ’areban
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
782 Dîtin
şovareke darekey le ’erzî
da, bendî diłî řeşî delerzî
tirsa ke bibê betał fikirî
biřuxê kełekî diro û mekirî
perdey le ḧeya û şerim labird
tałûkeyî zorî lew jiney kird
deydayewe dengî taze bûke
ew kareye cêbecê ke zûke
bew core ke lew jiney dekird gaz
beybûn be çende lence winaz
ço pêş û diłî lewey neřenca
wêy dayewe darekey be pence
xunçîleyî nerim û noł û nask
kirdî ke biłind boyî bask
şaławî le bo debird teřdest
cumgey bedesî degirt sermest
kêşayî, ḧewayîda be pîlî
deybird be paşko be dîlî
řûy kirde kej ew piłinge hare
espî defřand wek kolare