mayîn kêşan û girewe espî şêx û eḧmed

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  550 Dîtin
herdû le dwayî nêweřoye
desyan dedaye dar û goye
paş ewhe ke şêx bo kuřî kurd
lew espeye maynekey ke ça kird
kirdyane be dar û teqłe û ẍar
kak eḧmedî law û şêx ewcar
ew eḧmede ’arebî dehêna
řêkewt be ser řew û řepêy na
espî kewe ẍar eda û bê dîn
neygeyye be ẍar û řewte mayîn
le swareye dengî ho û hew hew
peyda bû le yeksima teq û řew
dedra ke le berd goyî bizmar
dexşa ke le řusim û teq teq û xar
deyda le çya û kej û birîske
deykirdiwe dîde lew xilîske