betełebbûnî maynî eḧmed aẍa û piřmandinî espî şêxî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  556 Dîtin
sergerm kewa le qawe û nan
bû, şêx degeł cwanî mîhman
espêkî wehayî bû ḧudûde
bo bayî şemał bû, řimûde
pêşî nededa be ba le řêda
beḧrî be nejad bû le cêda
kwêtî řeş û berz bû demaẍî
wek dêw û dirinc û ẍûl, yaẍî
piřmandî û kewte koře koře
řûy kird le mayîn ew be more
simkołî dekird ew le xołê
deykirdewe ḧîle piř be dołî
mayîn bû be fał, ca leboye
ew espe zelame řûy eboye
zincîr û kemend lew kirawe
lew cêgeye esp labrawe