çawpêkewtinî şêxî ’areban
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
743 Dîtin
şeng eḧmedî şûyî şoře beybûn
lew gořeyî piř gya û beytûn
ẍulêkî bedîde dî çemûşê
dêwezme û řû dizêw û řûşê
be řwałete ehwen û ziman çewr
diłpîs le jûrda wekû bewr
wêstabû be çende sam û cewher
wek dêwe qisey degut be noker
fermanî bewane ger dedawe
dekşanewe ew le bo dwawe
serpakî delerzî û deçřija
fermû le demî ewane deřja
kirdibûyî leber kewayî şoře
deykird le ’asmanh, moře
be gułîngî ḧegałe û be fêsî
deynořî le nokerî bexêsî
zanî kewe bo ewane xane
seyran kere lew kej û telane
hełurduwe menziłî lewêye
çon xêwet û baregayî pêye