marekirdinî beybûn le eḧmed aẍa

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  836 Dîtin
ke çiraẍ le meznî bû be mîwan
řołey nebezî dedî le dîwan
çûn ew kuře zîrek û cwan bû
hełkewtû û law û qareman bû
zanî ke le kardaye nexşî
beybûnî be eḧmedî debexşî
wîstî ke heło bika be zawa
deydayh kewê ke bew şyawe
lew cêgeye lawî huşyare
ew kîjeyî lêkirawe mare
ke çiraẍ helî wehayî deskewt
diłxoş ewende bû nedesrewt
zawayî be bûkekey cwanî
dejyawe řegey gułî jyanî
herçende ke dulberî nedîbû
dêwane û ’aşiqî ewî bû
basî le necîbî û cwanî
bîsbûyî le tîpî nokeranî
ca boye le dûre bulbûlî bû
şeydayî cemałî wek gułî bû
ezret bewe bû le gundî wendê
bikirêtewe gerdinî le bendê
bew merce ke dulberî bibînî
ew bê be tebîbe bo birînî
çawî bikewê lewê be yarî
bew kezye řeşey birîqedarî
deyzanî leser serayî mamî
ew kîje deka dewayî zamî