hatnî mîrçiraẍ û mîr budaẍ bo be xêrhênanewey eḧmed eẍa
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
834 Dîtin
gutra be çiraẍ û mîr budaẍe
ger hatewe mał eḧmed aẍa
diłşad bewey debûn û serxoş
be şyanewe şit be baweş û koş
meşhûre le beynî kurdekane
pendê ke be bayex û girane
ewhane le cê û mertebey xo
wek mîsk û duřn be qîmet û bo
mamê ke lebo kes û biraza
řoḧmî le diła nebê, beraze
mamê ke nebê diłî, řeq û siř
ewbabe, nema ke bab bo kuř
mîrê ke çirayî dû wiłatin
bo dîtnî eḧmedî dehatin
eḧmed ke ewey dedî berew pîl
dû mamî deçû be firsex û mîl
beřkêfewe laqî maç ekirdin
bo małe ewî be řîz ebirdin