pêşwazîy mîrsofî le xunkar û hawřêkanî
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
2 Xulek
878 Dîtin
bîstî ke hewał ew se’ate
mîr dayewe bew kuřey xełate
dedrawe xeber be xaw û xêzan
berbûne sema û çepłe řêzan
dekirawe be çopî û zemawend
beşrawe le gundida gelê qend
kujranewe ga û û meř be şîran
dedrawe be bêbeş û feqîran
deydawe be xełk ewende dînar
derçû le jumare û le xełwar
hên lîre le destî ew tiraza
bê pûłî dekird, bê nyaze
neyma ke le mał karubare
hênayewe mîr sed sware
lew gunde dekewte řê be yełẍar
pêşwazî dekird ew le xunkar
mawêkî ke řoyî geye yaran
be sware û êstir û be baran
sofî ke wezîr û qafłey dî
ew xoyî fiřê dedaye ’erdî
aẍayî be hey’et û be şewket
girtî le wezîr, řêz û ḧurmet
pirsî le wezîr, çende base
deykird le padşa supase
deygirt le mîz, mêwekey dił
deykirdewe maç řoyî wek guł
ew care be xoşî û be seyran
řûyan dekirde naw pirdan
hên ’alemî hatbû berew pîl?
deydawe şepol wek çemî nîl
dekirawe le lay law û pîre
xêratnî eḧmed û wezîre
ger geyne qeraẍî dîw û ḧandî
bezmêkî nebîndirawyan dî
goranî û nermenay û bilwêr
hełpeřkê le dêberî dezniwêr
zuřna be hewayî core corî
xisbûyî weşewq û zewqe ḧorî
meydane be tûzele û be şimşał
bû germ, le bo kiç û kuř û kał
dimbeg be tepe û herawe, çaweş
girbûyî le baẍeł û le baweş
lotî kewe deykuta dehołî
dê, piř le seda û bołebołî
hatin be hezar şadmanî
ta geynewe baregayî xanî
ger dadebezîne ew leser zîn
xem derd dekira lewane perjîn
řołey nebezîwî şarezûrê
yekcar be řîze çûne jûrê