basî leşkirkêşanî pêşewa bo ser şarî mekke
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
832 Dîtin
bîrî lewe bû mekkeCih bigrê
ba kafrî her le boyî bigrê
bo girtinî şare şa beřê bû
kafir ’ebesa û zendeqî çû
deygirtewe mekke ew le serxo
peyda bû le kafrane řořo
her but bû xirawe der le kabe
wek go, be demî şeqî seḧabe
kewtin le şeqame řê serewxûn
dexranewe şîw û xiř be ferẍûn
ḧeq hat û betałî tał řoyî
win bû le swêy mekke goyî
řoyî şew û dînî ḧeq lewê bû
lew xakeye nûr nîştecê bû
her kufre fiřê dira le hełdêr
be giłołe ẍilur ebû serew jêr
bo ’erze be dînî taze zenwêr
neymawe řewace kufrî bê xêr
ew care ke ne’retey dilêran
bîsra le çyayî çînCih û êranCih
lawanî řeşîd lew zemîne
seryan dekirde taze dîne
awazeyî taze dîn û ayîn
lew şîbhe cezîre çû heta çîn