basî dirustkirdnî gyanleberan bo nasînî xuday mezin

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  1186 Dîtin
meylit lewebû ke to binasin
çî cind û firîşte û çi nasin
herçî kewe xawenî gyane
ḧeywanî zelam û biçkelane
bałî heye ya be pyûhare
mêrûleye mişke ya ne mare
ya bulbule, kunde ya kolare
ya qeyrekewêke ya ne baře
ya kotre ya heło û baze
ya qişqełe ya ne sî û qaze
cucîle mirîşke ya ne başû
ya leglege dałe ya ne qajû
teq teqkere ya qel û şehêne
ya soneyî sewzî diłřifêne
pasarî û xertel û şitî dî
herçî heye lew zemîne îdî
serpakî nebûn û to cilî bûn
kirdûte leber ewane ta bûn
şit bûn û nebûnî her be toye
key mirdin û jînî ew be xoye?