hengamî aheng de’wetî esřa

beyanî îstî’dadî beşer bo wisûl be îmanî şihûdî we îḧtyacî beşer be wesîley celbî fîwzatî îlahî
Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 6 Xulek  555 Dîtin
hengamî aheng de’wetî esřa
şewî ḧuzûr û xel’etî kubřa
le demî zuhûr tecellay ekber
tetwîc be şenî «mazaẍ albisirErebî»
be dû çawî ser řesûlî ekire
bînî zatî pak xellaqî ’alem
cemałî ke wa řo’yetî fermû
daym le diłya mutecella bû
awêney sîney sidîqî kamîl
çon pak bû le gişt gerdî řeza’îl
řûy teweccuhî le diłî fermû
na’îl be řutbey sidîqîyet bû
bew lutfe ḧezret kirdî legełya
esrar weqrey girt hemû le diłya
lewêyşo herwa deste be deste
tewdî’ be yektir kira ta êste
çon eger daynêy çend awêneyek
hemû bê ḧa’il beraber be yek
řoj ger be ewweł teqabil bika
ew nûre yek yek be giştî ega
diłîş le esła her wek awêne
saf û bêẍeş û pak û xawêne
emma çîn çînî perdey řeza’îl
bo derkî esrar bûn be ḧa’îl
řeza’îlîş çun xulqî şeytane
nîsbetî zore bew řewştane
daym ew diłe hêlaney ewe
me’way kunebûy wêraney ewe
małêkîş dujmin bîka be me’wa
zeḧmete îtir dostî tê biřwa
heta ḧałî dił bew core wabê
zeḧmete le siřřî xuda aga bê
xo řeza’îlîş derdê wehane
deway xarcî saḧey îmkane
meger be dewam řyazey şaqe
ḧasił ka bo dił şîfa û îfaqe
ewîş bo nexoş zeḧmete bikirê
meger dawênî dukturê bigrê
dukturî ewîş «’arf balilhErebî» ye
be destûratî dewa agaye
çun ewweł ewîş her wek ew buwe
le berdes zatê tira derçuwe
be pêy mehare û tebabetî xoy
řezîle yek yek bijar eka boy
her řezîleyek le dił derbênê
fezîleyekî le cê eçênê
perwerdey eka ew xulqe weha
eygeyenête ḧeddî întîha
ke řegî ew gişt derde biřawe
be kemałî xoy çake řazawe
wa îtir îblîs kawil bû cêgey
nîsbetî nema sed kira řêgey
paş seyqelî dił le jengî qeswet
wesłî be ḧeddî întîhay sefwet
şêx ew deme řûy diłî tê eka
tey meqamatî hemû pê eka
le ewełîşo heta egate
tey nîhayetî ew meqamate
destî îmdadî murişdî ewê
ta le řyaze pekî nekewê
herdem be şehdî wecdêkî taze
ta le boy xoş eka tałî řyaze
le îni’kasî murişdî xoyan
ḧałatî ’ecîb řû eda boyan
be îndiracî řutbey nîhayet
le sîney şexsî saḧêb bîdayet
payey şihûd û meqamî ḧuzûr
ke e’elay gişte boy eka zuhûr
be’zê le tekmêł êştakû dûrin
daray meqamî «kişif alqiburErebî» n
eçne ser qebir û ḧewas sed eken
derkî eḧwałî çak û bed eken
wextê ḧîcabat pey bû seraser
meqamat hemû tey bû heta ser
yek leḧze be řoḧ wek seylî emłak
geşt eken hemû eqtarî eflak
be tebeqatî dozex û cennet
egeřên be bê lezzet û mîḧnet
bê xew be xizmet pêẍember egen
mutałebatyan le la ’erz eken
muxteser quwey biłêsey enwar
let eka perdey ’alemî esrar
her kes înkarî eme ka eger
biřway bê be fermûdey pêẍember
bo îsbat le boy exwênmo minîş
her le «bî yisim’Erebî» heta «bî bîtişErebî»
zuban le şerḧî ḧałî bizurgan
merkebî nutqî lenge le meydan
dergay îstîẍna ger bêtû dayxen
be zeřře ferqî şa û geda naxen
nîsbet be qesrî qurbî e’layan
wek swałetêke dinya lelayan
kesê le meylî cennet berî bê
ebê dinya lay qurbetî çî bê
ewan bê meylî baẍî ne’îmin
’aşiq cemalî wechî kerîmin
«fî alimsilErebî» eger enwa’î te’am
puxt û lezîz û xoşbon û xoştam
leser sînîyek tertîbî bidrê
emca şexsêkîş muxeyyer bikirê
le beynî ewe û ře’îsî şarê
nifuzî teslîm bikirê be carê
mer nefsî tewaw denî û xesîs bê
řyasey newê û nanî pêwîs bê
le wez’î ewan ’eceb memêne
derḧeqyan terdîd be dił meyene
ewan ’ulemay ’alî û řebbanîn
pêwebûy dawî cîfey dinya nîn
be bałî hîmmet xarcî dinyan
warîsî ’îlmî fîrqey enbyan
zerîf ḧałî be bem dû kelîme
ke çend payeyan berz û ’ezîme
bêşk ḧîkmetî îrsalî řesûł
le paş teblîẍî eḧkam û usûl
le bo «afazihErebî» û «astifazihErebî» bû
dwa xoyan be man «tifwîz»yan fermû
çon ḧeq le kemał «tiqdis» aye
’ebdîş le ednay «tidins» aye
bê ẍayet nîsbet le beyna dûre
bo celbî fuyuz berzex zerûre
dwa rusûl eman wastey beynin
ye’nî berzexî zwalcihtînin
lewla muttesif be xulqî ḧeqin
lem lawe leser sûretî xelqin
nizîkin le xulq bu «astifazihErebî»
be xelqîş encam eden «afazihErebî»
heta zemanî mehdî emane
ebê her bibin we’dey xoyane
bełam eẍłebyan mexfî û mestûrin
daym musteẍrîq tecellay nûrin
qîsmê her ebê meczûbî ḧey bin
be’zê tir lewan «rical alẍîbinErebî»
le kewna lelay xwawe me’mûrin
be çend «minisbErebî» û ’eded meşhûrin
sêsd û penca û pênce ’ededyan
me’îwsiman neka xwa le mededyan
lewane sêsed her nuqebaye
berew jûr lewa çil nucebaye
geretir lewan ebdal ḧewt kesin
umena’ułła û ’alî û eqdesin
çwarî tirîşyan ewtadyan nawe
çwar řuknî ’alem bewan westawe
sê kesîş efird ’alîcenabin
le naw da’îrey «qitib alqitabErebî» n
«qitib alqitabErebî» yiş ferdêkî waye
ře’îsî tewaw gişt ewlyaye
eme bo her kes bû be mertebe
be ẍewsî weqtî xoy muleqqebe
le berekatî emano xuda
le bełay ’ame mexlûq la’eda
dinya lemane çoł nabê satê
ta demî «yum yinfix» egatê
be’zê zahirin ehlî îrşadin
meşẍûłî sitîqal qitlibî ’îbadin
be mał û be ḧał be řoj û be şew
xizmet û komek eken bem û bew
be denyan mewqûf bo xizmetî xelq
řoḧîşyan waqif le xizmetî ḧeq
legeł kemałî edeb û îxlas
her kes binasê tebîbî ḧeqnas
tund be dił řiştey meḧebbet bigrê
se’adet eba ew řoje emrê
wefqî «almir’ mi’ min aḧbErebî»
şid ebê sibey be «’ilwî minisbErebî»
sa xwa to bî û zulcelalî xot
be ’ezemet û layezalî xot
weha biřêje le hewrî îḧsan
beser dêmî dił baranî ’îrfan
ke baẍî hîwam bo bênête ber
çeşmey xoşbextîm bixate ser