çaw řoşnî bo řêgay meḧebbet

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 3 Xulek  505 Dîtin
’adeten beşer pîr ya minałe
diłî ’aşiqî ḧusin û cemałe
çun ḧusnî řuxsar herwek gułî herd
ya pîrî eyba ya ḧefteye derd
’aqił be cwanîy sîret muştaqe
perwaney çiray ḧusnî exlaqe
le xulqî pîs û xûy namulaym
be kullî be dił bêzare daym
heta ger biłên ře’îsê le şerq
xwênřêje û bexîl tunde û kelleşeq
mîlletî daym birsî û řecałn
şew û řoj xerîk her desbetałn
talb be zułim û be naḧeqîye
tałankerî gişt małî xelqîye
’alem le desî bêzare hemû
bêdîne û denî ’ebûse û bedxû
çende meḧrûme le kirdey çake
nîyetî sed qat pîs û napake
we ya ger biłêyn melîkî efẍan
şexsêke şerîf ’alî û bewîjdan
hêmne û ḧelîm bedîn û ’aqił
řûxoş û beşûş semûḧ û ’adił
mîlletî xoşḧał layq û şoxin
daym musterîḧ gişt tîr û toxin
ta tesewur key ’efîf û pake
nîyetî legeł hemû kes çake
bê tamey kerem bem û cefay ew
emit xoş’ewê û qînit ebê lew
xo kemałatîş hirçî mewcûde
řeşḧeye le xulq xuda me’bûde
çûnî derwazey nezer le exlaq
sebebî qurbe be seffî ’uşşaq
ewca bew nehca eçin ke witman
tefekkurî wird le wez’î yezdan
paş texlîyey dił le ḧubbî dinya
eyken be ’adet le cêye tenya
exwênîn dersî řesaley afaq
te’lîfî munîf xezretî xellaq
çunke mewzû’î nasînî ewe
meşeřřef ebin netîce bewe
herwek ’almî ’arîf û ’alî
le fezil û ’îlma nebê emsalî
le her fennêka te’lîfê layq
bika piř nukte û me’na û ḧeqayq
ca her kes be pêy îsti’dadî xoy
mutal’eyan ger des bida boy
mebleẍî ’îlim û ẍerîzey zekay
ew musennîfe me’lûm ebê lay
ta ’îlmê lelay zyatir derkewê
baştir de pîştir ewî xoş’ewê
mutale’eş lem kewneda kem kem
be tertîb kogay ’îrfan eka cem
’îrfanîş heta hucûm kate dił
qazanî ’îşqîş çaktir dête kuł
xuda be ḧeqqî «xîr alxilîqihErebî»
hem be şêranî bêşey terîqe
be bay weştî feyz qîblekey qîdem
feza piř bika feyzanî kerem
nirkey hewrî cud des be bexşîn ka
řehêłey ’îrfan zewî dił şîn ka