temsîlî tesxîrî ’eqił bo nefis

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 4 Xulek  578 Dîtin
dû ’alem heye her dûkî ḧeqe
’alemî emir û ’alemî xelqe
’alemî xelq be tedrîcîye
’alemî emir fewrî û fuc’îye
’alemî ḧelq wek e’zay mindał
ke tekmîl ebê be yek nîwesal
’alemî emir wek řoḧ kutûpiř
eçê be berya kiç bê yakû kuř
řoḧ le letîfey ’alemî emre
dû me’na lem û ’eqił û dił bigre
meḧałe bo ẍeyr erbabî fituḧ
munkeşif bibê ḧeqîqetî řoḧ
muceřředêke ’a’îd be xwaye
musaḧe û teqdîr beserya naye
emma menbe’î řoḧî ḧeywanî
wa le nêw totoy qelbî cîsmanî
em bo ẍarêke bê ẍayet letîf
geyandibêtî germî dił zerîf
behoy lêdanî řegekanewe
bo beden dête cereyanewe
feyzanî nûrî ḧewas û ḧeyat
wek jûrî řûne le şu’ley çirat
řoḧ bem dû me’na gelêkyan ferqe
çun em le řîzî ’alemî xelqe
meqsûdî duktur le řoḧ emeye
emîş xarcî basî êmeye
emir letîfe û lay xuda şerîf
welîkin xelq pestire û kesîf
xwa nisbetî xelq welay xak eda
welê emir lay zatî pak eda
bo cisim efermûy xelqim kird le gił
«nifixt fîة min ruḧîErebî» bo dił
ca kesê ’eqił bidrête destî
ta tekmîlî ka be xwa perestî
keçî ew emre kerîme teslîm
bika be nefsî emmarey le’îm
ewîş be kirdey zor namulaym
bîhênête xul wek ẍułam da’îm
me’lûm eḧwałî şexsî wa sibey
lem mîsałewe zerîf tê’egey
padşayekî mehîb û cesûr
be sam û be des qedîr û ẍeyûr
her kuřêkî bû zorî xoş ewîst
cah û celalî bê ew nedewîst
le bo teḧsîlî ’îlim û syaset
bo wergirtinî ’eqłî řyaset
bo te’lîmatî destûr û adab
mu’ellimêkî bo kird întixab
zor be emanet kuřey da destî
ta terbyey ka wefqî pêwîstî
xełatî kird û we’deşî daye
her wext em kuřey geyand be paye
ca’îzey batê û legeł eweşa
bîka be yekê le hawserî şa
şazadey wergirt mesrûr û xoşḧał
pêkewe her dû çûnewe bo mał
ew manganeş le teref şawe
mebłeẍî zoryan le bo biřawe
mu’ellîm legeł kuřey birdewe
bîrî dwa řojî hîç nekirdewe
em kuře heşt no de sałey hêna
barî zîllet û bêgarî lê na
le batî hemû terbye û te’lîm
şew û řojî bo dana be teqsîm
def’eye eynard bo îşî bazař
carî tir bo kej le bo kołe dar
satê naw mał û ḧewşî emałî
demê lele bû le bo minałî
xulase heta muddetî de sał
em kuřey řagirt leser ’eynî ḧał
le paş em mudde ke ḧeq wehaye
kuř texeřřuc ka û biga be paye
şa be hîwawe çû bo serdanî
legeł wizera û gelî e’yanî
ûەخەێ şehryar geyşte cêga
gulley emelî seydî nepêka
welî’ehdî dî û nextê boy řwanî
cemî’î ḧał û ewza’î zanî
ca ebê qehrî em padşaye
çon bê le derḧeq ew bêwefaye
xom bem mîsale çakim ḧałîye
le gułî wefa baẍim xałîye
îtir sa minî le çake berî
ke kirdem dwayî naye zererî
baweřim waye to muqtedîrî
be meẍfiret û be çareserî
’îlacim le çeng nefis û le gunah
’efûm bifermû «ya min hu alilhErebî»
leser esbabî řezat berdewam
tofîqim bide «ya rib alanamErebî»
le saḧey řeḧmet qed derim meke
mehtûkî dinya û meḧşerim meke
me’yûsim le xo û le kirdewey xom
tenha be hîway ’efû û lutfî tom