nîşan leser pêwîstî pêẍemberan

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 3 Xulek  670 Dîtin
dwa eme ke zanît ke em tertîbe
em întîzame cwane ’ecîbe
daray san’î saḧêb qudrete
kirdewey hemû piř le ḧîkmete
emcare hełse biço bo dêye
bipirse aẍay em dêye kêye
baş timaşa ke le umûratî
le emir û nehî û destûratî
xoy qanûnêkî le bo danawin
be lutif û tehdîd we’de dirawin
her kesê beşî kesê dagîr ka
ebê çend řojê pê le zincîr ka
ewey le emirim bika serkeşî
netîce beşî ewe bêbeşî
şexsê kirdewey pîs û xirap bê
ebê řezîlî qemçî ’ezab bê
we ya her kesê şîrîn exlaq bê
be umûratî çake muştaq bê
mutî’ bê le bo emru û fermanim
xoşewîstire la min legyanim
be qedre lelam herçêkî ewê
madam mumkîn bê pekî nakewê
bełam bo teblîẍ em destûrate
mubellîẍî çak le zerurate
ebê bigeřê bo şexsî şerîf
’aqił û layeq emîn û ’efîf
be řişd û huner tînetî pak bê
nîyetî legeł hemû kes çak bê
umûratî xoy pê muḧewel ka
wefqî arezûy aẍa ’emeł ka
ey em zemîne û em asmane
em mang û řoj û estêre cwane
em hewa û hewr û befir befir û barane
em me’adîn û berd û darne
em germî û sardî û wişkî û teřîye
em cwanî û cewu beḧir û beřřîye
em kanî û awe em şet û nehir
em sûdî derya lew medid û cezre
em core dewre lew seyarate
tewlîdî fisûl lew ḧerekate
ew terze geřan bo zebtî ewqat
be mang û be řoj be sał û se’at
em bênewayî û derd û mîḧnete
em dewłemendî û xoşî û sîḧete
ya em ḧeywan û cin û însane
em berzî û nizmî zyadî û nuqsane
e hemû şarey piř le ecnase
em gişt ’alemey ’alî esase
em fehim û nutiq û ’eqił û ḧewase
em zułim û ’edił û em diro û řase
saḧbî herwa ḧewałey destî
dinyay kirdûn bê serperistî?
nazanim to çon diłit natirsê
biłêy paş xełqî lêyan napirsê
zeḧmete ewend hemû bîrit bê
destî bêfkirît le xot berdabê
biłêy xalqê wa tewana bê
esasêkî wa cwanî danabê
lenaw em hemû ’alema beşer
biřazênêto be ’îlim û huner
le diła çiray ’eqłî bo hełka
ta ferqî beynî pak û çepeł ka
be gwêrey quwey îdrak û nezer
binasê umûr le nefi’ û zerer
çon řûy xeta bê ebê tênekirê
barî emanet ser şanî nexrê
be mubellîẍa yanê pêẍember
qanûnî xwayan çon nayete ser
byantirsênî eger serkeş bin
le se’adetî sibey bêbeş bin
mehtûk û řisway řojî ḧisab bin
hemîşe xwarî ḧebsî ’ezab bin
ya bew kesane saḧêb îmanin
mutî’î emir û nehî qur’anin
mujdey beheştyan be meḧzî řeḧmet
edatê da’îm bê derd û zeḧmet
bira bizane xałî le guman
nabê teklîfî lê nekirê însan
madam ’aqłîn cêgey teklîfîn
daray mucîbî mujde û texwîfîn
çak û bed beyan kirawe boman
mubellîẍ řesûł qanûnîş qur’an