nimûneyekî tir le yekyekî çişt

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 1 Xulek  702 Dîtin
herçî le kewna fikirî lê bikey
řê bo nasînî sanî’î ebey
mesela biłêyn aw xawen sîqle
xoy be tebê’et mayl be sufle
serewjûr hergîz xoy sernakewê
meger quweye qewî lêynewê
ey bo ebînî ewendey nextê
egate popey hemû dirextê
ger ełêy popey ew dare eşê
cazîbey têda bibê řaykêşê
kê ew cazîbey lewê danawe
bo řakêşanî ew nere awe
me’lûm ke îşî kesêkî waye
be herçî meylî bû tewanaye