bîrêkî kurtî afaqî

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 10 Xulek  950 Dîtin
dwa ewe însan bîr le nefsî xoy
tewaw ka înca mumkîn ebê boy
be tertîb biřwa bo geştî afaq
ta wasil ebê be xuday «xilaqErebî»
paş nefsî zewî înca hewaye
paştir ewane ke le cewdaye
dway ewan řoj û estêre û hîlal
eflak û kursî ’erşî «zwalcilalErebî»
ḧezretî ’umer faroqî e’zem
dwa teykirdinî emane sercem
fermûy be qewlî piř le edebî
qid ri’ey qilbî cinab ribîErebî
boye be emrî derya carîye
be gwêy qa’dî da «ya sarîhErebî»
bełam lazme le bo ewane
ke serfî fikir eken lemane
be hemû cuz’a wek awî carî
biba hey’etî keşfî efkarî
hîç cuz’ê lewa be cê nehêłê
ta hêłî ’îbret lewa nekêłê
beşer le erza ke yek «xituhErebî» ye
daray ew hemû cuz’ û ’uzweye
em erze gewre wasî’e ebê
’uzwî çî bêt û eczay çende bê
berd her be ’eynî êsqanî ewe
şax û kêw řegî erkanî ewe
«nihirErebî» û «şitErebî» her wek xwênî bedenî
eczay le enwa’ çiştî me’dînî
sewzî û nebatat tûk û mûyetî
xakîş be çeşnî pêstî řûyetî
sik piřî zewî bew gişt mewadde
le «me’adînErebî»y zor be «ayfadihErebî»
eczay ta biłêy xarîc le ḧesre
hemû piř cefi’ û fa’îde û behre
ger çî le nasîn ẍałbyan bîkirin
îşta miḧelî ḧîddetî fîkirin
biřwane zerîf ke çend em erze
dûre beynî lew asmane berze
le etrafewe wek berzî û newî
le yektir dûrin asman û zewî
erz ebê leser çî danrabê
ya ebê be çî řagîr kirabê
mesela biłêyn erz leser awe
ey aw xoy leser çî danrawe?
ger ewîş leser her çî westabê
binkî hemûy her ebê feza bê
erz leser feza bem giranîye
axo sebebî westanî çîye?
wek le xwarewe ’emûdî nîye
’elaqey serîş wicûdî nîye
ger ełêy le bo îmsakî zewî
le «acramaErebî» ye cazîbey qewî
nayełê laden qet le merkeza
ew hêze le beyn ewan û erza
kê bû ’îlmî bû ebê cazbê
bo řagirtinî emane bibê
legeł ewana emîş dirust ka
ke bełay řoçûn be hîçyan nega
me’nay cazîbeyş bêguman waye
westanî ecram qudretî xwaye
çon ya em kewne fewrî dirust bû
we ya berûdwa beynêkî pê çû
ger itłêy fewren îtir çît ewê
eme bê qudret çon dest ekewê
ya hendê le pêş hendê le dwawe
be tedrîc beyn beyn dirust kirawe
ber lewey ewyan dirust nekirawe
be kam cazîbe emyan westawe?
ke wabû îtir her tewanaye
ke řagirtinî le tewanaye
tebê’et ege bê; ’îlim û derke
beşî le meyl û ḧeyata terke
şik nîye ewe îtir cemade
«misdirErebî» nîye bo fî’il û îrade
ger ełêy bîndû û batewanaye
îradey heye û be şit danaye
mełê tebê’et ewe xudaye
perwerdigarî gişt masîwaye
tebê’et çware ebê cemî’î
bo pêk hanî cîsmê tebî’î
çar nîye ebê yek bigirin hemû
le fa’îlîn û mef’ulîn her dû
ke nawyan ebrê be zuban kurdî
be teřî û wişkî û be germî û serdî
qed wicûdîşyan nabê be bê şik
ẍeyrî le germ wisard û teř û wişk
be bê camî’ê kobûneweyan
meḧałe îtir řêk kewê boyan
nîsbetî bîcad le tebê’et dan
tenha her nîsbet edrê le nadan
ḧeta xarîcîş ehlî seqafe
zanay řyazî û fennî felsefe
culucîwin û ’ulemay felek
le tebê’etda «aḧza’Erebî» yek yek
ełên ew ’îlme ke wa hemane
leser wicûdî xuda bořhane
«basturkêt» ełê min biřwam waye
eger lem ’îlmem zyatir bibwaye
le êstem zyatir ebû bêguman
îman be xuday erz û asman
«wetiz» ke ’uzwî akadîmîye
zanay zanistî kîmya’îye
le kulîyey «tibîhEreb ewe ’emîde
ełê le bas biřwa û ’eqîde
eger le xoma bibînim wextê
sistî îmanim be xuda nextê
le bo tesbîtî zor be ehmîye
řûy dił ekeme ekadîmîye
«admind hirbirtîErebî» cîlucî me’rûf
le camî’ey «sořbuna» feylesûf
dełê meḧałe «mؤdîErebî» bê qet
’îlim bo kufir we ya madîyet
«kuşî ryazîErebî» ełê min biřwam
tewaw sabîte û meḧkeme be xwam
em ’eqîdeşme netîcey ewham
wiřasî nîye bełkû min biřwam
le cidyatî selîqey xome
be hoy teḧqîqat ’emîqey xome
zanay zanistî tebî’e «fabirErebî»
le xisus biřway be xuday qadir
ełê zemane gişt heway şêtî
têdaye û îse zyatir tyayetî
şêtî tewaw a lem zemane
baweř nebûyî gelêk nezane
pêm xoşe pêstim dabřinin leber
nek biřwam be xuda le dił bête der
feylesûf «sibnisirNava taybet»y îngilîsî
ke le tebî’et geywe be berzî
le terbîyeda witûye her kes
’îlmî tebî’et bixiwênê be ders
eger ew ’îlme be setḧî gerî
legeł îstî’cal bikate berî
wird wird eykêşê bê şubhe û guman
ta le piř wesłî eka be şeytan
ema ger legeł řewîye û teḧqîq
be «ti’imّwiqErebî»y belîẍ û tedqîq
bîxwênê numay fîkirî pê eka
ta be xalîqî tewana ega
beriztirî zanay felekî duktur
«hirşîlKes» le basî ’eqîde û baweř
witûye bê şik ta le afaqa
tusi’ bika ’îlim le nîtaqa
burhanî tewaw damẍ be ’eded
zyad ekat leser wicûdî îzed
ke xalîqêkî waye qudretî
ne ḧeddî heye ne nîhayetî
duktur «dînrîtîKes» ełmanî meşhûr
le ẍerba nebû le xoy berew jûr
le xisûs biřwa û ’eqîde û beḧsê
dênête ara legel çend kesê
le meşhûrtirîn zanayan be’zêk
camî’ û be’zê «mixtisErebî» be ’îlmêk
paş mizakire û beyanî burhan
leser wicûdî xuday lamekan
hemû dûsed û newed nefer bûn
bîst û heşt lewan jîre û zeber bûn
bîst kesî tirîş mawe lew beyne
metłebyan nebû be dîn bin ya ne
dûsed û çil û dû kes be yekcar
îmanî hêna be perwerdigar
kafîye hênde werne ecnebî
zanayan hemû şerqî çi ẍerbî
her ’îlmî xoyan eken be delîl
le bo îsbatî xalîqî celîl
le yekgirtinî ḧimq û cehalet
tewelud eka ẍilî «zilalةErebî»
me’lûm ’îlim û ’eqił dû çawin
boye be beşer her dû dirawin
ke řêy se’adet bo dîn û dunya
bibînêtewe û lêyan laneda
ca her kes ’eqłî heye û danaye
ewe serberzîy her dû dunyaye
eweş le ’îlim û ’eqła meḧrûme
bêguman řêgey řastî lê gume
bełam her wek çaw bo hemû kes des
nada lewîşa kwêre gelê kes
derek payîntir le ew «zilalaErebî»
bê îmanîye be xway te’ala
dûre le gumřa řêy biřwa bexwa
pêy şele heta tebê’et eřwa
ew kesey ke toy dirust kirduwe
ezel ‌pey be hoy jînit birduwe
erz le berd û xak bo bînay małit
dîsan dest bidat bo kiştukałit
’elaqeyekî cazîbe le boy
dirustika û bîgrê be qudretî xoy
«ticazbErebî» ya xo her xoy qudrete
we ya cyawaze û be hoy qudrete
kewn eger le piř xulqa becêye
werne cazîbey ’ame le kwêye
awêkî nermî sardî saf û pak
bot bixate der le nawiskî xak
bo cil şorîn û nan û noşînit
ḧeywan bo berg û daşt û doşînit
her denke deẍłê sed danewêłe
egrêt û fikirit lem fezłe wêłe
çunke er le denkê her denkê bênê
beşer çî bixiwa û çî lê biçênê
xor bo tenwîrî qesrî afaqit
nesîmî hewa bo astinşaqit
řoj bo sen’et û kesb û felaḧet
şew bo řakşan be îstîraḧet
şew er nebwaye zor kes ne’exewt
leber tema’î xoy nexoş ekewt
sewzî ḧeywanat le ḧerareta
bê neş’ewnima hemû efewta
dûbare eger hîlal nebwaye
beşer bê ḧîsab ebwa bimaye
zewîş ney’edî ke têda bijî
řoḧ leber we ya biřwê û gya biřwî
ge şewîş tûlî bibwaye dîsan
muşkîl bû jînî ḧeywan û însan
kesîş bo hîç la řêgey ne’ebird
be «ziẍitErebî»y serma ḧeywan gişt emird
be bê germî řoj zeḧmet bû baran
biřjête xwaro bo dêmekaran
muxteser zortir ’ulemay felek
alema ře’îy giştyan bûn be yek
ełên ew hemû estêre zore
ke řoj şarawey jêr perdey xore
tenha yekêkyan eger tya biçê
nîzamî wez’î kewn têk eçê
çon le xowe bûn bê zyad û bê kem
bo řêkkewtinî nîzamî ’alem
we ya le xota em gişt qwaye
ke her yek nef’î xoy le řwaye
kesê emane ebê dirust ka
’îlmî pêy bibê û destî pê biga
ew keseş tenha xway te’alaye
zatêke letîf le bînîn naye
be çaw řo’yetî xalîqî eqdes
le dunya hergîz dest nada bo kes
bełkû bêguman to be çawî xot
ḧissî nefsî xon mumkîn nabê bot
em ’îlim û ’îşq û ḧuzin û nîşate
em «qibzîّةErebî» û em «anbisatErebî»e
em fehim û ’eqił û nutiq wiḧeyate
em ’ezim û hoş û ḧîlim û ḧeyate
hemû be řoḧî towe merbûte
cesed bergêke lemane řûte
çawit her derkî ew berge ekat
destî be řu’yet nefsî xoy nagat
wextê ke «qabizErebî» řoḧ derdehênê
cesed çon buwe herwa emênê
ey kwa ḧeyat û ’îşq û ’îlmekey
kwa ’eqił û hoş û nutiq û fehmekey
me’lûm bû hemû ewsafî řoḧ bûn
pêkewe hemû legeł ew derçûn
ke to nefsî xot be çaw nebînî
le nebînînî jûrtir emînî
çaw wekû witman bew gişt ’eybewe
key derkî eçê belay ẍeybewe
be tesdîqî řoḧ bêdeng bisaze
hênaye řû bot ’ulumî taze
sałî hezaru heştised û ḧefta
duktur «mismirErebî» y ełmanî hesta
bo teḧqîqî řoḧ gelê xerîk bû
netîcey se’îy be xesar neçû
řêy be «tinwîmErebî»y muẍnatîsî bird
enca be ’emel baş îsbatî kird
ke însan tenha her cîsmî ’adî
nîye ya xo řût edatê madî
«mistudi’Erebî»e bo řoḧêkî weha
zîdî madîye le gişt wicuha
«madîwinErebî» leme hemû sersam man
çarîn hîç nema be ẍeyrî îman