pertewî ’îşq

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1066 Dîtin
sewday serim ’îşqî řuxî lale ’uzare
teskînî diłim ẍemzeyî dû çawî xumare
xwênawî ciger fîrqetî hîcranî nîgare
sînem wekû tendûrê piř ez şu’leyî nare
cergim wekû ney kunkunî sed zexim û fîgare
ew diłberî nazukbedenî dił wekû berdim
řuḧmî nîye bew nałeyî germ û demî serdim
zor zar û ze’îfe û lebî îşk û řuxî zerdim
luqmanî ḧekîm kwanê bika çareyî derdim
wesłe ke deka derdî diłî ’aşiqî çare
aya to perî? ya ne le nesłî beşerî to!
ḧorî melekî! pertewî şems û qemerî to?
min bo to weha şîfte û bê xeberî to
aramî dił û hoşî serim çû be serî to
dêwanesfet, kewtime nêw kêwî muẍare
teqdîrî ezel wabû le řûy to ke cuda bim
perwaneyî ḧesretkeşî dîdarî çira bim
bew yek nezere sûxteyî narî fena bim
binwêne şewî şem’î řuxt min be fîda bim
gerdanî serit bim le hemû dewr û kenare
ey guł to dezanî çîye neẍmey teřeb efza
xurşîd le bo şebpeřeyî dił nîye peyda
nef’î çîye awêne le bo dîdeyî e’ma
ta pertewî ’îşqî le diłî xełkî neka ca
eş’arî emînNasnava edebîy le şinoCih bê xerîdare