şîngêřî şêx îsma’îlî berzencî
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
2 Xulek
1060 Dîtin
le daxî şêxî berzencî emîn nêzîke şeyda bê
du’ayêkî dekem yaran seday amîn le her la bê
îlahî řoḧî pakî şêx îsma’îlî berzencî
ẍerîqî řeḧmetî ḧeq bê be fîrdewsî berîn şa bê
îlahî merqedî pakî ke cêgay feyze bo ’alem
be lutfî ẍewsî e’zem behremendî řojî ’uqba bê
îlahî řojî meḧşer ceddî pakî to şefî’î bê
kesêkî ḧubbî ewladî etoy dayîm de diłda bê
îlahî her kesê munkîr be to bê ta demî mirdin
be munkîrbûnî sadatan le dunya sûk û řîswa bê
îlahî taqe ewladî ’ezîzî to ke me’řûfe
be řutbe û payeyî ’alî de ḧîfzî xalqîda bê
îlahî çunke me’řûfî ’ezîzit bo fîdakare
le dunya û qyamet ḧafîzî wî ḧeq te’ala bê
debê ewladî sałḧ xizmetî babî bika dayîm
řezayî ḧeq řezayî dayk û babe ke peyda bê
îlahî her kesê xizmet be ewladit bika dayîm
le xizmet ceddî pakit feyzyabê karekey ça bê
îlahî çun le paşî wî nema nûrî dû çawanim
be ḧeqqî ẍewsî e’zem çawekanim zû mudawa bê
îlahî çun emînî uşnewîNasnava edebî bê piştîwan mawe
le bo wî ceddî pakit piştîwanî her dû dunya bê