şîn gêřî şêx ’ebdûlqadrî şemzînî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  921 Dîtin
serwî gułzarî ḧeyatim şahî xûbanim le kwêy
dił birîndarî hewatim derd û dermanim le kwêy
teşneyî camî wîsalim awî sebwanim le kwêy
ey tebîb lêm ke ’îlacê to ke luqmanim le kwêy
mûnsî qelbî ḧezîn û nûrî çawanim le kwêy
daẍdar û derdekêşim dayîmen leyl û nehar
eşkî xwênînim le çawan ber ser û řû dêne xwar
şahî nehrî bê to wełła lêm biřan sebir û qerar
dayîmen çawim de řêgay hatnewet der întizar
takû demirim her dełêm ey canî cananim le kwêy
seyîdî ewladî taha boçî çûye ẍurbetê
sofî û mensûbî xot sutand be daẍ û ḧesretê
dûr û nîzîk bo to yekin, min be qurban hîmmetê
carekî bew hatnewey xot kem bike lên zeḧmetê
ey çiraẍî xanedanî pîrî geylanim le kwêy
’aczît qurban le kê bû ḧîkmetî axir çi bû
hatyewe bo xakî nehrî gîr nebûy řoyştî zû
merqedî pakî de nehrît wa be cê hêştin etû
sofî û meḧsûbî xot sûtand be daxî xot hemû
merhemî zexim û birînî qelbî biryanim le kwêy
yadgarî şêx ’ubeydûłłayî ẍazî der cîhan
şêx kemałeddînKes bû pîr û murşîdî darul’eman
hem nemayîndet be qurban pîrî nerzîwê ’eyan
hem dûyan şad bûn be cennet, man yetîm mensûbî wan
řaḧetî gyanî «emînNasnava edebî» û sebir û samanim le kwêy