şîngêřî şêx ’ebdûlqadrî şemzînî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  861 Dîtin
murîdan xak beser xo ken biken feryad û efẍanê
le paşî şahî şemzînê bigêřn şîn û giryanê
diłim her wek kebabêkî desûtî lêm nebû me’lûm
ke şêxim çî beser hat û le ẍurbet kewte zîndanê
weya dew axrê łał bim le dinyayê wîda’î kird
yetîmî hêştewe ’alem be daẍ û derdî hîcranê
le tarîkî ẍem û matem be sed ḧesret denałênim
felek!załim! çiraẍî xanedanî seyd teha kwanê
derîẍa bo gułî baẍî ’ubeydûłłayî şemzînê
le bo ew me’denî feyz û ’eta û beḧrî îḧsanê
le kwêy ey şehsiwarî nesłî pakî ẍewsî geylanî
ke tekye û xaneqat mawin be bê saḧîb le meydanê
le dunyayê le bo axir nemirdim min ewê řojê
ke destî pakî tom qurban zyaret kird le řajanê
nehalî alî teha, newcewanî seyîd miḧemmed bû
ke cergî ’alemê bîlla le bo wî hate sûtanê
le dunyayê le wesłî to eger newmîd û bêbeş bûm
welî damnî to degirim de řojî ḧeşir û mîzanê
dełêm ya ẍewsî sanî min segî dergahekey to bûm
le xizmet ceddî xot boman şefa’et key le dîwanê
dełên ’ebdî mubarek hat hemû ’alem keyf xoşin
le daxî şêxî lêt tał bû «emînNasnava edebî» to ’eydî qurbanê