wesfî xanedanî nehrî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1074 Dîtin
ey murîdanî terîqet carêkî hestin be ’am
ba biçîn bo xakî nehrî ser biřehne bîltemam
bo zyaret merqedî ew muřşîdî ’alî cenab
ḧezretî seyîd tehayî pîrî şemzînî be nam
bełke ta mawîn le dunya bon muyeser ka meram
ta nemirdûyne le des xo ba nedeyn wê derfetê
xo necat deyn ba hemû yekser le dax û ḧesretê
pîrî xon têkda zyaret keyn bixiwazîn hîmmetê
xo le xakî merqedan dê bonî ’etrî cennetê
çake bew boney weha xoş zû mu’etter keyn meşam
ẍewsî sanî çûyte ẍurbet na’umêdî řo’yetîn
bêkes û aware mawîn, dił be dax û ḧesretîn
řojêkî xoşin nedîwe dayîmen der mîḧnetîn
’umrekin řabird be pûçî řoj û şew der ẍefłetîn
mest û gêj û bêxûd û sewdaserîn û zor nefam
awrim tê berbuwe sînem desûtê wek tenûr
gerdişî dewran le xizmet yarî xoy kirdûme dûr
her wekû mecnûn qerarê nagirim dił nasebûr
ba diłî mecřûḧ û qelbî natewan û çeşmî kûr
dayîmen meşẍûłî dunya û ẍafłî řojî qyam
bulbulim, ’aşiq be řûy guł, çaweřêy wextî behar
mewcî sêławî sirişkim her le çawan dête xwar
çû le destim seyr û hoş û ’eqil û aram û qerar
şêt û şeydaye emînNasnava edebî û na’umêdî wesłî yar
kuşteyî ’îşqêye ba ’alem bizanin xas û ’am