medḧî ḧezretî řesûłî ekřem (di-x)
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
2 Xulek
1540 Dîtin
ey tayîrî ewcî felekî ’erşî mû’ella
şahenşehî îqlîmî ’irûcî fetecella
sułtanî meqamat û keřamatî tecella
ba’îs be to bû xełq kiran adem û ḧewwa
’erş û felek û erz û sema cennetî e’la
nûrî to le řûy ademê bû ḧazir û mewcûd
bo cem’î melayîk xuda kirdîye mescûd
ey taqe gułî řeḧmetî şahenşehî me’bûd
der her dû cîhanim be xuda her toyî meqsûd
ẍeyrez to kesim nîye le dunya û le ’uqba
ḧamîm û mûzemmîl buwe eklîlî qebayet
şerḧî to «alim nişirḧErebî»e canim be fîdayet
ey «xilqî ’izîmErebî» medḧî to «lulakErebî» senayet
«yi’tîk fitirilaErebî» buwe en’am û ’etayet
bo qametî re’nayî to bû xel’etî zîba
î’cazî to «şiq alqimirErebî»e seyîdî ’alem
kuffarî quřeyşî hemûyan kewtûne matem
sed mû’cîzeyî dî le to zahîr bû be her dem
hatûn be zuban şade deden wek benî adem
bo de’weyî pêẍemberît an ahûyî seḧra
’asîy û gunahkare emînNasnava edebî ehlî şinoCihye
bêzar le eqwam û le mał û serî xoye
şermende û efkende wekû kone peřoye
umêdî be lutfî ḧeqe çun ummetî toye
sa’îl nîye meḧřûm le dergahî şehenşa