le yadî newroz

Li pirtûka:
Karwanî Yar
Berhema:
Celal Medhet Xoşnaw (1934-1998)
 1 Xulek  520 Dîtin
egerçî sûsin û mêlaq leber çawe
bizey řû nergiz û leylaq kezîy xawe
newey kawe
ewa bonî hełałan dê
le yaran dê
le perdaxî gułałan dê
be baran dê
beharan dê
legeł lafawî zêy penga
be ziryan dê
legeł firmêskî řûy menga
be biryan dê
be giryan dê
be giryan dête ser řûy guł
le newrozim
be fîẍan dête zar bulbul
be piř sozim
le bo hozim
fîdakarim dirêẍ nakem
eger mirdim
leřêy gel sistî qet nakem
ke min gurdim
emin kurdim