derdî komeł

Li pirtûka:
Karwanî Yar
Berhema:
Celal Medhet Xoşnaw (1934-1998)
 2 Xulek  448 Dîtin
bo ew kese...
řeşebay dewarî jînme
xoy kutrawî naw birînme
ger be kese, elfê bese!
bo ewaney:
peřî bałî mel derdênin
pele ẍeman eçeqênin
xawen dûrbînêkî teskin
moraney awrîşmî keskin
le ximxaney
tenî, kil, heş
piřî zarî dû marî řeş
şermî jyan, ne’let, ne’let
binûsête herdû řûmet!
bo ew kese...
ke her hewênî janim bû
hoy ałozî jyanim bû
ger be kese, elfî bese
bo ewaney:
leřêy pêxawestan diřkin
bo derdî bêçaran piřgin
kirme situndey nawend małn
dwabedway karwan gemałn
le kewaney
tîr’endazî qînî destê
tîrî mergî
hîy birsîyetî û bêbergî
deberî memkanyan westê
bo ew kese
dařucanî damên nîske
bêçuwe qazî ber mirîşke
jin be kese elfekî bese!
bo ewaney:
řêgay tewjimî ba egirin
yexey sewzî guł da’ediřn
çakeyan hîç nebîstuwe
her napakîyan řistuwe
le nîşaney:
tawî pencey nûkî gasin
barût û qurqişim û asin
bed supayan tefrutûn ka
text û bextyan serinxûn ka!
ey ew kese...
ger şerimit bê elfê bese
birya lew wefaya segit bay
leber demî baya řegit bay
xozget bo (ker) hełkêşaba
ewsa ba cergim êşaba!
ey ewaney:
darî bêber bo biřîne
kewşî bêsûd bo diřîne
çak bizane:
karwan eřwa û eçête řê
dwabedway her segit eweřê!