em wênaney emřo mîwanin

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  528 Dîtin
êware bû, xendey janî çiroy dem kel
çokî naye dem sinûrî şew û řoj û
witî ey řoj debê her bê yit..
bałî giryawî melî mem
bixeyte mil destigîranî sazî bê tel
êware bû, řûbarî piř le şûreyî
wutî ey řoj debê her bêyt
dena řûbar le baranit piř aw nakeyn
dena.. dena
berew berzît piřtaw nakeyn
*
tîşkî gomî jêr mangeşew wutî, wutî:
deba karwanî bêdengî çîtir pena bo ẍerîbî
emsał neba...
çîtir ferşî ḧesanewe lenaw jûrî
henasey sarda řanexa..
çeqoy řûnakî mangeşew wutî, wutî:
ew meley ke towî bêstan çîne deka û
deştekanman wek hetîwî byabanan
lê nageřêm.. tîẍî řawî carehay car desûmewe
debê her xem le meşkey tînû řajenê