çepłey jêr dewarî zam

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  482 Dîtin
katê mirov hełgijaye estêre û mang
xwastî jînî sedey bîstî yekała kird
bo řizgarî le dîlêtî hezaran bang
behêz û biřî yeksanî..
dergey serbestî wała kird
bełam katê
geřamewe bo şarekem
dîtim, bîstim lew wiłate wêranekem
geştekanî xew bînînî ałozkawman
le jêr lêfî xo ḧeşardan
bwîte ḧezya û naney çawman
mûçřike le jêr serîn û cûtê bałman
mat û mûřu bêdeng maye!
xêwî diroy hîway hergîz nebînrawman
be çîrokêk axênraye gwêy minałman