rubarêkî xwênawî

bo duwemîn yadî şehîd «aram»y têkoşer pêşkeşe
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  699 Dîtin
êware bû..
şaswarê hat
espî sipêdey řapeřand
xorî çawî hejar hełhat
êware bû
beser lutkey aramî şořş hełgeřam
pencey xwênim
be nawçawî dujmin teqî û lêy dabřam
wiłat şewe û
estêrekanîş pêşmergen
le şeqamî burjiwakan
herac xewew
gułî çekdarî zamekan
řołey em dêye becergen
***
şaswarê hat
xemî şehabî hełgirt û
day be kołî giřî hetaw
çekî ce’ferî hełgirt û
nay be singî ḧuzeryanî le jan sutaw
tîşkî enwerî da be koł
hênay bo naw sengerî doł
 
wiłat çemî xwênî zore
dengî aram
le zor gułdanî çem řwa
hemû kêwêkî kurdistan
êstayş çawî yekem senger
be xwênî kak aram deşwa
hawřêy şehîd..
wamefrezey wişekanim
bo dêhatî honrawey cwan
leyadî to
zewî xemim
bo cutyarî hejarî guł dabeş deka
wa mefrezey derbiřînim
begij ẍerîbîda dêt û
weku sirudî serkewtin
řistey: gemaroy kurdistan
beyadî to pêşkeş deka
hawřê aram
ger řeşeba
koze espîndar serbiřê û
cogey xwênî
zoremlê y karwan biba
le deştî şew
kargerekan çawî kûre dekêłnewe
ziryanîş bê
xêwetî aram hełfiřêt
hêlaney kewî agirîn
le derunî birsîyekana dehêłnewe
ger kiřêwe
befrî sipî bika be kifnî em xake
qirçey hawîn, çiley zistan
ta behar dê
rubar le mirdin bêbake