sikała

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  688 Dîtin
şalûr çaweřê y gijî behare
pepûleş hîway baxî gułzare
ta dênin řojê wiçanê egrê!
lejêr tîşkî xor exwênê efřê
diłîş birîndar ẍem û piř jane
lê eda le bo řołey taqane
řołe: her min bûm perwerdem kirdî
berew serberzî jyanim birdî
be areqey çaw, beqoł kutanim
bexêwim kirdî, gułî jyanim
hezar hełdêr û derdim çêştuwe
ta yek pê etom bo pêş birduwe
koşp û meynetim: derdî hejarî
her leber to bû, kewtime jêr barî
her bem awate, çîm lêt (çaw nebû)
çawim lejêrî sêberî to bû
ke pê geyştî zor diłsoz bî bom
bełkû berhemî řencî to bixom
êsteş lê kewtû řîş sipî û pîrim
leto çaweřê, yarmetî û (xêrim)
tenya tom heye, ey xoşewîstim
(şad û diłxoş bûm, nawit ke bîstim)
destit le temam jyan gîr buwe
ey boçî minit lebîr kirduwe?!
(luqme)y demî xom exsite zarit
ta pêm geyandî sûk buwe barit
bê emek mebe wa emiřim řołe
be hanam bige, bawkit kiłołe!
înca sed supas bo xuday gewre
řizgarim bika lem şwêne newre
xwa destî bigrê řołe be bałat
gîra bê lelay niza û sikałat