bêzarî

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  574 Dîtin
ey ẍemî dił, toy dujmin
bo westawî leřêgey min?!
delêm geřê! bo xom bimirim
ta řizgar bim wuçan bigirim
le destî zołêkî wek to
ke em şêlî, bo beyê ho?!
îtir nałêm bem jyane
ke jyane, ẍem û jane
êşk girî hemû kare
le gişt şwênê le min dyare
wek efsune xoy egořê
ebê be (xêw)bom enořê
bo her şitê destî bo bem
amadeye dest becê ẍem
bo her gułê ke řûm têkird
bû be diřk û diłî let kird
ya pêş ewey bêm bo berî
gułî hîway min zû werî
bo her kanî ke eçme ser
çikî ekem.. nemirim eger!
bikewme dwa bo kam hîwa
her ey piřim, merce bexwa
boye: ẍemim beser jyan
negbetîşim bo zor kesan!
bo her karê bikewme řê
(cenabî) min her ey biřê
(ẍem diroye.. her min ẍemim)
(beser jyan perdey temim)
ca xudaye.. zû bim siře!!
bo bezeyît gyanim şiře!!