řołey dwařoj

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  569 Dîtin
bemnidałî xot pêşkeş ke
hîway toye lenaw bêşke..
ew leş û gyanet bo çîye?
ke pê şêlî jêr destîye
bo řizgarî û berjewendît
tadujminit lêy nesendît
teqela de taku lawî
beferîkî nexurawî
ta sawêlkew mêşk pakî
řamebwêre bebê bakî
hewł bide koşiş bike
bîr le zanistî tîj bike
fîřoy mede katî besûd
xerîk be, be hewłî xoşnûd
bo parêzî gel û wiłat
ta epşikiwê xunçey awat
ew samaney berhem ebê
nyare (dujmin) bo xoy bibê!!
desa wek merdê swênd bixo
diłsozî xot bike be ho
bo serbestî xak û gelit
le dest neçuwe.. kat û helit
wiłat baweş ekatewe
hełmetit giř edatewe
(xebat bike ey qutabî
be awatim zor teba bî)
pincî jîrît pel bihawê
xwaye jengit nête nawê!