ho... şwan
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
1 Xulek
820 Dîtin
kakey şwanî çapûk û dilêr
diłsoz, bilîmet, bom lêde bilwêr
bîlawînewe cîhan bêne coş
be (lawik)û (ḧeyran)labere xamoş
beramberî dê sozit bibexşe
bo řaw, şwênit dabnê nexşe
bo rox rûbarê leweřgey caran
danîşe le jîr sêberî daran
hełkêşe (ahî derdî diłdarî)
řûkere kêwu lutkey hezarî
em xake cwaney siruştî jyan
dengî agirîn hełde bo gyan!
dem dem egořê şwênî ajełit
hest û hîway nwê eçête diłit
bo jêr kendałî beramberî doł
deng edatewe awazê be kuł!
înca leserxo be şimşałewe
bo berayî, řan berew małewe
goçan heł’ebřî xo wurya ekey
pispoř û zana ajeł řê exey
ke xor awabû řûnakî biřa
mel bo hêlane giştî hełfiřa
mêgel dênyewe bo nêw qersîlî dê
paşî wuçanê, dîsan des becê
eřoy bo (şewîn) be tarîkî şew
çawit wêł ekey bo lêk nanî xew
gorewî (çilîn) lê heł’ekêşî
le germa û serma eřoy bê îşî
xwa bithêłê kakî şwanî law!
ke cêy dênî řajeket tewaw