lêkdaneweyek

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  549 Dîtin
be mêşkî betał berew kwê eřom?
řêy taqîkirdin, řêy dozexe bom!
mêşk bê xwêndin gîrfane betał
jîrîm naybiřê, serkewm em sał!
minîş wek xełk, deba pałkewm
bo sałêkî tir nabê bisrewm
bełam em katem gişt le kwê řaburd?
êste hest ekem, bo wam beser bird?
bêguman sistî karî xoy wa kird
kat sałî biřî minî řîswa kird!
çend naşîrîne dû sał leyek pol
çatir (ḧemał)bim bo gel bar be koł!
min cê mênim hevałîş řaden
beserma lafî fîzawî lêden
sałê lejînim ledast çû katim
ser şoř be gerdûn ebê xełatim
gişt hoy ewe bû nem’exwênd řojê
řabirdû paş çî? pence bikirojê