yadî dêyekem

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  703 Dîtin
tomare leyad dêkey řabirdûm
şwênî minałîy û řojanî zîndûm
ember û ew ber sîney dêze çya
eřwanête dê řûbar le binya
tarayî sewz û asmanî şînî
hatî deẍił û dan berzî piştênî!
balorey kiçan leser kanî û aw
eziringêtewe řuwew guçêkey law
tepey swarî řawkerî nêw deşt
gurc tê epeřê berew řûy beheşt
dengî besozî bilwêr û şimşał
tezû exate naxî jînî tał!
baweşî qersîl ledewrî małan
cwanî cîhanî birduwe betałan!
giftugoy sepan bo katî direw
bo amadebûn pirsyare ya girew
îtir çon bijîm le dûr em dêye?
diłim yadgarî ew katî pêye:
ke da’enîştim le şwênî gułan
emniwařî ye kanî berdiłan
ařastem ekird twancî diłdarî
bo nazenînînê, gułî bextyarî!
dîmenîm êstaş wek xewne leyad
leřûgey şadîm bo ademîzad
boye ke pencem be pênûs nexşî
tîşk û pirşingî ewê ebexşî!
be wêney çya, kanî, ya řûbar
hunerî pê dam ta hatme giftar