bestey melêk

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  599 Dîtin
le nêw çwarçêwey sinûrî teskim
çon hełbiřêjim esrî heniskim?!
xo eger biłêm: azadîm ewê?
tîrêk be bał û cestem ekewê!
boye çaw poşim lew jîne tałe
ta řojê ebê xemxiwarim załe...
egîna jînî nêw (rik( kwa jîne?
piř lemeynet û azar û qîne...
 
rik : qefes