witeyek

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  640 Dîtin
şîley derûnî temenî lawîm
xiste gomîlkey xoşewîstî to
seywetî jînî, dûr legerdawîm
kirde, terxanî cwan peristî to
boye her nebê řêz lewe bigre
le pênaw nirxî bedił têgoşe
eger carcarîş pêm witî: bimre
ke bo bo to wabûm, toş biłê xoşe