bo sê kîjołekem
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
1 Xulek
1022 Dîtin
1
kîjołekan...caran wa bû...
ger çoleke... bifřîbaye, be naw řezî
kêwekantan
bałî deşka.
ger şepolî pêkenîntan
biřjabaye, deryay ḧezî hîwakantan
ḧeyaw detka...
minî gencîş... wek bulbilî baxî giryaw
bał şikawî ’eşqî (şem)bûm
le naw hîway agirînî kîjołekan
giř bûm dejyam
nek esrîn řêj
her xom çem bûm.
kîjołekan... demwîst xor bim
le naw kelî sîngî kiça çaw hełbênim
demwîst xor bim, toqey guł bim
areqey şermî naw buxçey řazî dił bim
demwîst zamî dagîrsawî şoxî bend bim
tale eşkî desgîranî bîrekanim
bałî fiřînî bo bênim
2
kîjołekan... nûkemroy afretêkimmaçî jyanî lê dekem
xoşewîstî afretêkim
le şikirî kîjî ser demî, pê zor dekem
emřo bawkî sê kîjołem
bałî fiřînî serbestî, sê biçkołem
ew cogeyem... şepolî pêkenîntanim lê řet debê
takû şewey ber agirdan
dar lastîkî, pencey řiqî şeket debê