hawarî kurdêkî êranî, leberdem sêdareda
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
2 Xulek
1317 Dîtin
nazanim çon...
ew giryane bigořmewe... be pêkenîn
çi giryanê?!
bo çi janê?!
giryey diłî birînêk le (mehabad)a
kewte gyanî kurdî jêrdest
ta emřoke, le sêdare û azar dejîn.
*
wa dujmine bîr xawekan
leser sikî çewsawekan
şayî deken...
serçopî gir: şahenşaye
şwênî sema: kurdistane
bendîxane: şêwey řiqî mirov kujî emrîkaye
şabaşekey: řencî cutyarî gelane
be dirêjî sał... pet û gulle û řołey aza
be bêgarî... îş û karyan... des le milane
*
her bawke wa wesyet deka..
kiçim, kuřim, gwêtan lê bê...
min qurbanî çawî hîway řizgarîme
dijî dezgay derebeg û sermayedar
legeł mirdin... diłdarîme her afrete... be řołeřo:-
boye mêrdekey minyan kuşt
xwênî hezaran wek řołey qazyan řişt
çunke le kargey şořşa hełêncira bûn
beçkey gyanî xwên mijraw bûn
azad xwa bûn
*
her cutyare:-
le witarî diroznekan, têrman xward
le nûke nûk û hêrjinî...
gerûy tînûy bê hîwaman... têrman xward
le azar û pergendeyî... le lêdana
le firmêsk û xem şêlana... têrman xward
le çořawkey xwênîn û areqey gyana
têrman xward
*
mafî mirov... le kaẍeza...
diroyeke û hełwasrawe
ser karekey... leřast şada, demkut kirawe
le cyatî serbestî jyan
bo çewsawey giřî sibey naw kurdistan
serbestî komeł kuştine
pyawî (qwam alsiltine)
kirdeweyan: her be komeł kurd girtine
her be komeł: xwên řiştine
ew giryane bigořmewe... be pêkenîn
çi giryanê?!
bo çi janê?!
giryey diłî birînêk le (mehabad)a
kewte gyanî kurdî jêrdest
ta emřoke, le sêdare û azar dejîn.
*
wa dujmine bîr xawekan
leser sikî çewsawekan
şayî deken...
serçopî gir: şahenşaye
şwênî sema: kurdistane
bendîxane: şêwey řiqî mirov kujî emrîkaye
şabaşekey: řencî cutyarî gelane
be dirêjî sał... pet û gulle û řołey aza
be bêgarî... îş û karyan... des le milane
*
her bawke wa wesyet deka..
kiçim, kuřim, gwêtan lê bê...
min qurbanî çawî hîway řizgarîme
dijî dezgay derebeg û sermayedar
legeł mirdin... diłdarîme
boye mêrdekey minyan kuşt
xwênî hezaran wek řołey qazyan řişt
çunke le kargey şořşa hełêncira bûn
beçkey gyanî xwên mijraw bûn
azad xwa bûn
*
her cutyare:-
le witarî diroznekan, têrman xward
le nûke nûk û hêrjinî...
gerûy tînûy bê hîwaman... têrman xward
le azar û pergendeyî... le lêdana
le firmêsk û xem şêlana... têrman xward
le çořawkey xwênîn û areqey gyana
têrman xward
*
mafî mirov... le kaẍeza...
diroyeke û hełwasrawe
ser karekey... leřast şada, demkut kirawe
le cyatî serbestî jyan
bo çewsawey giřî sibey naw kurdistan
serbestî komeł kuştine
pyawî (qwam alsiltine)
kirdeweyan: her be komeł kurd girtine
her be komeł: xwên řiştine