we’deyêkit da

bo mîrza ẍenî şafî’î
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  479 Dîtin
we’deyêkit da be goşey çaw û dû ebrotewe
to peşîman bûyewe ya xo le bîrit çotewe
min le lam wabû ke aẍay şafî’î, mîrza ẍenî
bo kerem cêga û muqamî babî xoy girtotewe
ehlî en’ame degeł herkes, xisûs nîsbet be min
mezre’ey lutfî be sêsed fe’le nadrwêtewe
ba’îsî bextî mine wek têdefkirim waqî’en
fîlmesel mîslî benî harûte zîndû botewe