sêławî mehabad

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 6 Xulek  972 Dîtin
teleyfûnêkî řûḧanî bikem bo lay ḧesenzade
dełên şexsêkî ’alî hîmmet û xoş tebi’ û azade
le em řojaneda ew şare wa perit û perêşane
eger pyaw bişmirê kes luqme nanêkî be kes nada
şewî doynê be diłtengî gelê fikir û xeyałim kird
xuda bo kwê biřom lay kê berim em dad û bêdade
be her kûçe û meḧellêkda deřom her şîn û giryane
ke gwê degirim hemû her şîwen û heyha û hey dade
hezar ḧeyf û hezar efsûse bo em şare řengîne
ke qabîl bû bibête merkezî her şa û şazade
’îmarat û qisûr û baẍ û baẍat û gułistanî
hezar swêndit dexward detkut beheştî baẍî şeddade
muẍaze û qeyserî û dukan û ḧucrey wa mucellel bû
wekû qesrê ke bo qeyser kirabê saz û amade
leber parçey ḧerîrî zerd û sûr û etłes û zeřřî
be řengî sewz û ał û kesk û şîn mîşkî û sade
fitûrey piř fitûrî řûs û japon û berîtanî
meta’î hîndî û małî feřeng û çîn û kanade
be yek endaze řengîn û muzeyyen bû ke pêt wabû
nimûney îskîley beyrût û şam û beẍdade
le şerḧî îqtîdar û serwetî e’yan û tuccarî
qełem herçî binûsê ya ne sîfre ya ne aḧade
le goşey pencerey şûşey letîf û qesrî kafûrî
nimayşyan deda xanim wekû ḧorî û perîzade
wekû parçey teła ser ta qedem yekser muresse’ bû
be le’il û gewher û pîroze û ełmas û bîcade
le xanim dem zeden lew wexteda zor ’eybe ey şa’îr
xisûs bo şa’îrî wek to řizîw û pîr û uftade
bełê ba bêynewe ser basî ehlî şar û bazařî
çi beqqał û çi ḧemmał ta be çerçî û pîneçîzade
hemû cum’e û şewî sêşembe ḧetmen her piławxor bûn
eger neyxwardba pêy wa bû ’eyb û neqis û îrade
yeqînen dewłetî zor menşe’î tuẍyanî însane
xisûs bo ew kesaney taze koř û taze îcade
ke îstîẍnay muceřřed bê le tewfîqatî yezdanî
feqet kîbir û ẍirûrî meḧze, gahê kufir û îlḧade
leber kufranî nî’met ya leber ’îşq û muḧîbbet bû
legeł dinya wekû zahîd legeł tesbîḧ û seccade
ke ayey «an şikirtimErebî» yan feramoş kird xuda fermûy
cezay şertî «kifirtimErebî» muntezîr bin her le dinyada
le te’rîxî hezar û sêsed û sê pêncî şemsîda
be řojî cum’e dwazdey cîmî ewwel, noyî murdada
le hewrî qudretî barî qerîbî nîw se’at barî
çi baranêk? ne baranê ke wa me’hûd û mu’tade
mubeddel bû be çendîn sanye ewsafî baranî
be yek deryayî ’ummanî ke hîç tarîx nîşan nada
xudawenda çi tofanêke wa bê ’atîfe û řuḧme
xudawenda çi sêławêke em sêławe bêdade
liha muc yinadî qa’la ya ayha alẍafil
fiqumwa û anzirwa latci’liwallih andada
esas û qa’îdey qesir û qisûrî safî billûrî
ke wek seddî sikender wabû detkut seng û fûlade
ewey deyhate pêş her deyřfand û laydeda û deybird
le ḧeywan û cîmadat û nebat û ademîzade
be mewcî ewwełî deybirde ewcî řef’et û ’îzzet
le mewcî dûhemîda gum debû wek duř le deryada
le paş tałanî nêw şarî hicûmî birde bazařî
be zîdî şuẍłî mî’marî ke dawênî be lada da
muḧîtî dayrey dukan û bazařî be asanî
be setiḧ û seqif û serbanî xulî pêda qulî bada
be muddey çend deqîqe têkî werda awî têwerda
hezar top etłes û zeřřî hemûy bird û be aw dada
be yek dû ḧemle way têkda ser û jêrî weha lêkda
ke hîç ferqî nema bazař û kûçe û şarî’ û cade
le meskûkatî êranî le lîrey sîkke ’usmanî
le yeẍdan û le mîcrî û meḧfeze û sindûqî połada
le zêř û zêw û neẍdîne, le genc û małî zêřîne
ewey lew şareda mabê feqet îsmî mehabade
hemûy bird û binawî kird, perêşan û biławî kird
be nîw sa’et çepawî kird û řoyî ew firistade
çi řojêke? le layêk girmegirmî hewr û nałey ba
le layêk şîwen û giryan û quřpêwan û feryade
leber laşey cenazey ademî û eqsamî ḧeywanat
xeyał dekira ke yewmî nefxî sûre û ḧeşrî ecsade
leber ḧuzin û te’essuf ew qesîdem bo tewaw nabê
tebî’et gerçî serşare û qerîḧeş gerçî ustade
ne min tenha perêşanim, hemû kes mat û ẍemgîne
ewey mesrûr û diłşade, feqet ḧessad û gewwade
tirahim minz zak alîwim yuḧî bi’zihim bi’zaErebî
simêł babiř be keyfî xot simêłî xotî lê bade
ewaney dwê şewê saḧîb mico’me û sifre bûn, ewřo
hemû ẍemgîndił û bê tûşe û bê nan û bê zade
gelê kes lew kesaney saḧîbî qesrî muşeyîd bûn
le yek mexrûbeda muḧtacî yek qoşe û penabade
be yek goşe û kenar û zawye, memnûn û mesrûre
be eqsamî zewaya munferîc ya qa’îme û ḧade
ewaney parû nanêkyan heye, muḧtac be dûnanin
ewey muḧtac be dû nan, bote saḧîb kewł û lebbade
wekû fey’e û ẍenîmet bû meta’î mifit û bê qîmet
deyanhêna be bê zeḧmet be bar û koł û ’eřřade
lebo yek tope çît bû xoy dexsite çom û bin gomê
ewey xełkî deyankût ehlî zîkir û fîkir û ewřade
be lêşawî dehêna, małî awbirdey misułmanan
le laşî wabû serkirde û ře’îsî ceyşî zuhhade
ke detkût çit le çît dawe ḧerame pîse mirdare
deyankut nî’metêke mifit û małêkî xuda dade
be çawî ’eqił û ’îbřet ger kesê bêtû temaşa ka
dezanê dewłetî dinya wekû dinya hemûy bade
ke waye çawekem meẍrûr mebe bew dewłet û małe
yeqîne dujmine bo ême em emwal û ewlade
mełên her kes le dinya malîkî dînar û dirhem bê
le la ser dadenîşê wek le dinya, waş le’uqbada
bebê şik dewłemendî ba’îsî xusran û ’îsyane
eger bêtu serf nekirê le řêgey heqte’alada
meqamî to nîye we’iz û nesîḧet şa’îrî sûtaw
wekû perwane bo dinya biřo lem xełke xot la de
şî’ar û meslekî eş’arî to tenqîd û temcîde
be karit naye em meydane espî xot lewê la de