meqamî şêx zor berz û biłind bê

bo ḧacî seyd ’ebdułła ke dyarî nardibû bo cewherî
Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 1 Xulek  365 Dîtin
meqamî şêx zor berz û biłind bê
degeł min zor be lutif û îltîfate
be cubbe û mêzere û kewłî buxara
serapa cewherî ẍerqî xełate
lewan çaktir kelamułła û delayîl
ke xwêndinyan be ḧeq mayey necate
lebo min serbiłindîy û îftîxare
lenêw bêgane û ehlî wiłate
ewey dostin dełên zor zor mubarek
ḧesûdîş zor xefe û ẍembar û mate
çi derbestim ḧesûd ba her binûzê
qisey ḧasîd lelay min bê menate
eger sed pîr û uftade û ze’îfim
le sayey şêxewe bextim le hate
ḧesen ’ehdêke bestûye legeł to
heta mirdin leser ’ehd û wefate
emin pîr bûm û ’umirim zor nemawe
eto xoş bî ser û qelbim fîdate
eger bimirim leser dinyaş nemênim
be dîdarit qesem řoḧim le late