řefêqan ba bikeyn şîwen ke wextî hîcrî yarane

şînî şêx ’ebdulqadrî nehrî û hawřêkanî
Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 2 Xulek  666 Dîtin
řefêqan ba bikeyn şîwen ke wextî hîcrî yarane
pyałe û şûşe bişkênîn ke şadî řûy le şêwane
bîsatî ’eyş û xoşî hełgirin, norey ẍem û derde
hemû laye syapoş bin ke tazyey pîrî meyxane
biłên saqî lebatî mey pyałêk piř le xem bênê
biłên mutrîb def û ney laberê ca wextî efẍane
ḧerîfan, takû êste bezim û řezim û çepłeřêzan bû
ewêsta wextî quřpêwan û nobey şîn û giryane
le her layê ke detdî mecłîsî awazexanî bû
le her koşkê debînî êste waweyla û lexodane
dirîẍa piştî îslamê becarê têk şika ḧeyfê
ke şay dinya û dîn yexsîrî destî zułmî turkane
şehî şemzîn û ẍewsî sanî û hanî û geylanî
řewacî dînî eḧmed bû çiray êran û tûrane
lepaş ḧeftad û çend sałê le dyarbekirNava taybetê be dest turkan
legeł cem’ê le sadat û meşayx bûne nîşane
yezîd û kerbela ewřo kemał paşa û dyarbekire
ke ew seyd û melayey kird be naḧeq tîrebarane
diłim bo şêx miḧemmed piř le zûxawe meken men’im
ke dû coge le xwên carî bikem lew her dû çawane
kesê bû ’alim û ’abîd, necîb û ’aqił û kamîl
debê her xak be serda kem lepaş ew şêxe nocwane
lepaş sadatî nehrî mirdinim zor xoştire le jyan
ledway ew xaneqa çołe deba kwêr bim le çawane
binaẍey dînî îslamê serubin bû û têk řûxa
le ber yek hateder ḧeyfê be topî zułmî tirkane
řefêqî îbnî mulcem yarî şumre gewreyî tirkan
ke qetił û ’amî kirdin bê xeta ew pyaweçakane
ke ew şêx û mela û sadateyan hênane pêy ê’dam
le pêy sêdare řawestan û fermûyan be kurdane
temaşay gerdin û dar û tenafî ême ken bełkû
ledway ê’damî ême tołe bistênin le tirkane
le řêy dînî muḧemmed serbiřên zor fexre bo îslam
le mirdin qet metirsin kuştinî wa řesmî pyawane
le ser řêy dîn û şer’î mustefa qet lameçin kurdan
kelamułła qebûł ken çake ne qanûnî tirkane
ewey tirkan be ser îslamyan hêna be hîç dewrê
nemandî ẍeyrî ḧeccacNava taybet û yezîdNava taybet û şimirNava taybety şeytane