hêrşî elyas û melîk tûfan boser şazade be mebestî birdinî noş aferîn

Li pirtûka:
Suɫtan Îbrahîm û Noşaferîn
Berhema:
Xanayê Qubadî (1704-1778)
 2 Xulek  393 Dîtin
wextê şazade nezdik bî bew ca
derdem qasêdan temam bîn aga
derdem qasêdan xeber awerdin
elyas hem tûfan xewerdar kerdin
watin ke behmen çenî şazade
ha ama wey ca wêt ker amade
ce seḧray hamûn ewne şeř kirya
sipay elyas şa temam qiř kirya
elyas çun şineft ey xeber be goş
derdem dersa’et demê bî bê hoş
çun ama be hoş wat melîk tûfan
eger min ya to bişîn we meydan
me’lûm mezanû mawerîn şikest
hem mebîn we pend ta yewmul’elest
mesłeḧet êden bişîn we pêşwaz
bawerîn pey şarbe sed ’îzu naz
çend pêşkeş berîn pey şêr xûnxiwar
bedłinewazî bawerîn we şar
çend şeb çun ẍulam xidmetiş keran
fîkir şeřuşoř ne dił berkeran
be’d az an darû buzîn ne xwan
take dest kêşon ne řûy te’aman
wextê ke darû bawero xiroş
herdûşan derdem hem mebon bê hoş
ewsa cew demda ’elaciş kerîm
zencîr negerden we pêş mawerîm
daşan bewezîr pêşkeş bedłiwaz
şazade her dû lwan we pêşwaz
herdûşan bahem pêşwazî kerdin
perê mêhmanî îstêd’a kerdin
be mekir û befen ḧîle kerdişan
şazade beşar xeta berdişan
mah zeř’efşan hem noş aferîn
berdin ne ḧerem saf ’enberîn