ustadî dana mîrzay xoş exlaq

dawa le westa eḧmedî ełłamradî ke aş dirust bikat bo qasim aẍay camerd
Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 2 Xulek  760 Dîtin
ustadî dana mîrzay xoş exlaq
be ’îlim û sen’et meşhûrî afaq
westa eḧmedî ełłamradî
nêwit řoyştuwe wadî be wadî
eto şexsêkî řend û cewanmerd
zeḧmet qebûł ke takû cewanmerd
temame aşêk le nwê bîna kem
be şî’rî kurdî ba bot tewawkem
dû cogey bibê be řoj û nisar
ne mend û ne xuř teraz û hemwar
serenyay teraz mend û be mîzan
be řaste û gonya wek ḧewzî bokan
dołî darê bê saf û bê girê
hênde lebar bê destî lê nedrê
zembûrey gewre saf û muddewer
kîseł bê zeḧmet pêyda bête der
aşêk bê sexre řêy pê nebirdibê
bînay wa ’alî hîçkes neykirdibê
berde’aşekey ḧew bist û gêr bê
girme û zirmekey wek neřřeşêr bê
genim bika be ard řojê sê teẍar
girmegirmî bê wek hewrî behar
çeqeney wa bê le hatnî danda
nezîrî nebê le řûy dinyada
a lem tarîfe hîçî kem nebê
xełatit dekem eger awa bê
tewere biste û peře û topekey
jêr duzeqe û aw, mûrwe sengekey
hemûy řêkupêk, řast û munezzem
hîç neqsî nebê ne zor û nekem
----- -----Teksta ne aşkira
----- -----Teksta ne aşkira
le qewlî aẍawe min ’erizit dekem
ḧesen cewherîNasnava edebî melay dêyekem